Hêza deryayî ya Îsraîlê 175 aktîvîstên li 'Fîloya Xezeyê' desteser kir

Ji fîloya ji Ewropayê bi rê ket û xwest dorpêça li ser Xezeyê bi dawî bike 175 aktîvîst ji aliyê hêzên deryayî yên Îsraîlê ve hatin girtin. Hate ragihandin ku aktîvîst birin Îsraîlê.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê diyar kir ku ji 'Fîloya Xezeyê' ya ji peravên Ewropayê bi rê ket nêzî 175 aktîvîst ji aliyê hêzên deryayî yên Îsraîlê ve hatine girtin û dibin Îsraîlê. Di dîmenên li ser medya dîjîtal hate parvekirin de tê dîtin ku aktîvîst di keştiyên Îsraîlê de ne.

Amadekarên fîloyê ragihandin ku destwerdan li qada deryayî ya navneteweyî hatiye kirin û li dijî hiqûqê ye.

Hewldana ku bi navê "Fîloya Global Sumud" xwe bi rêxistin kir, şikandina dorpêça li ser Xezeyê ji xwe re kir armanc.

Fîlo ji zêdeyî 50 keştiyan pêk tê ku hefteyên dawî ji bajarê Marsîlya yê Fransayê, bajarê Barcelona yê Spanyayê û bajarê Sirakuza yê Îtalyayê bi rê ketin.

Hewldaneke bi heman rengî payîza 2025'an jî pêk hatibû û fîlo li peravên Misir û Xezeyê ji aliyê Îsraîlê ve hatibû rawestandin.

Şerîda Xezeyê ji sala 2007'an û vir ve di bin dorpêça Îsraîlê de ye.